Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ustarliya û Amerîkayê 23 kes û navendên rejîma Îranê tehrîm kirin

12:19 - 1 Şibat 2023

Rejîma Îranê bi sedema şandina dironan bo Rûsiyê û binpêkirina mafê mirovî, ji aliyê dewleta Ustraliyayê ve carek din hate tehrîmkirin û 16 kesên girêdayî rejîma Îranê û navendeke ser bi rejîmê li listeyê tehrîman hatine zêdekirin.

Pêka nûçeya Rojnameya “Gardiyen” ku roja Sêşemî 11ê Rêbendanê belav bûye, Ustaraliyayê di 3emîn dorpêça xwe li ser rejîma Îranê de, 16 kes ji fermandeyên leşkerî û ewlehî û birêveberî yên rejîma Îranê bi sedema şandina dironan bo Rûsiyê û binpêkirina mafê mirovî tehrîm kir.

Herwisa Ustraliyayê 8 kes û navendên rejîmê bi sedema şandina dironan û teknolojiya berhemanîna wan bo Rûsiyê bo şer digel Ukraynê tehrîm kir.

‌Ji aliyek din ve jî, Wezareta Bazirganiya Amerîkayê, roja Sêşemî 11ê Rêbendanê, bi belavkirina daxuaniyekê ragihandiye ku kompaniya Berhemanîna motorên balafiran a Hêza Esmaniya Spaha Pasdaran a rejîmê, Rêkxirawa Lêkolîn û Berhemanîn a Spaha Pasdaran, Kompaniya Ocê Perwaz, Kompaniya “Perawera Pars, kompaniya pîşeyî û berhemanîna alavên balafiran a Quds û Şahid, bi sedema berhemanîna dironan bo Rûsiyê û bikarhatina wan di şerê digel Ukraynê de, tehrîm kirine.