Piştî erdheja 7.7 rîxterî ya du 17ê Rêbendanê, ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû û hejmarek zêde ji bajarên Tirkiye û Sûriyê hejandin, hejmareke zêde ji hevwelatî hatine kuştin û birîndarkirin û heta niha zêdetir ji 4500 kes bûne qurbanî.
Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandiye ku hejmara qurbaniyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane giha bi 2,921 kesan û 15,834 kes jî birîndar bûne.
Li Sûriyê jî, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovî belav kiriye, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 1417 kesan, ji wan 672 kes li deverên rejîma Sûriyê ne û 745 kes jî li deverên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne. Heta niha li Sûriyê zêdetir ji 2 hezar kes jî birîndar bûne.
DI vê erdhejê de hejmarek zêde ji bajarên Bakur û Rojavayê Kurdiatanê jî rastî xisarên canî û madî hatine û hêj jî xelkek zêde di bin avahiyên kavilbûyî de mane û nehatine derxistin.