Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera xwendekarekî Kurd di girtîgehên rejîmê de nexuya ye

10:30 - 7 Şibat 2023

Piştî derbasbûna 3 heftiyan ji binçavkirina xwendekarê Kurd yê bi navê “Nasih Tahazade” ku li bajarê Zahidanê hatibû girtin, qedera wî nerohn e.

Pêka nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, “xwendekarê Kurd yê Zanista Pizîşkî “Nasih Tahazade” ku di rojên dawî yên meha Berfranbara îsal de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Zahidanê hatibû binçavkirin, bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Zahidanê hatiye veguhastin û navbirî di wê heyamê de ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye”.

Tevî hemû lipeykevtinên malbata “Nasih Tahazade” hêj ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd de, ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.