Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Dêhloran bo girtîgeha Êvînê hate veguhestin

10:56 - 7 Şibat 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Dêhloranê yê bi navê “Ferşad Ehmedî” ku roja Duşemî 26ê Befranbara 1401an a Rojî, ji bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin, nûçeya wî ji nû ve medyayî bûye.

Nûçegihaniya “Hirana”yê, derheq rewşa wî girtiyê Kurd nivîsiye, nêzî du hefteyan berî niha “Ferşad Ehmedî” bo cîbicîkirina cezayê ku bi ser de hatibû sepandin, bo girtîgeha Êvîna Tehranê hatibû veguhastin. Hêranayê nivîsiye, navbirî ku nexweşiya kêmbûna Kelîsyomê heye, ji pêragihîştin bi hewcehiyên pîzişkî di girtîghê de bêpar bûye.

Ev welatiyê Kurd li rêkevta 20ê Sermaweza 1401an a Rijî, ji aliyê taya 15 a dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Tehranê, bi serokatiya dadwer “Ebû El-qasim Selewatî” bi tohmeta “kombûn û nearamî li dijî ewlehiya neteweyî” bi du sal girtîgeha teizîrî û 5 sal girtîgeha ragirtî hatiye cezadan.

Herwisa ev welatiyê Kurd li Banemera îsal jî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Tehranê hatibû girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. Navbirî li rêkevta 25ê Xermanana 1401an a Rojî, bi danîna barimteyê hatibû berdan.