Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi cihê alîkarîkirdan bo xelkê bajarê Xoyê, alîkariyan dişîne Sûriyê

11:11 - 7 Şibat 2023

Di erdheja bajarê Xoyê de zêdetir ji 2,120 xaniyên xelkê bi tevahî herîfîne û heta niha 11 hezar û 100 xanîyên xelkê xisar dîtine û xelk di sir û seqemê de mane, lê rejîma Îranê ti alîkariyekê bi xelkê Xoyê wan re nade û ji bo rejîma Sûriyê dişîne.

Her di erdheja bajarê Xoyê de zîdetir ji 85 dibistan hatine herifîn û rastî xisaran hatine.

Wezîrê Derve yê Rejîmê “Emîr Ebdullahiyan” tevî wan hemû xisarên li bajarê Xoyê, îdea kiriye ku “ ew amadeyê şandina her cure alîkariyekê bo Tirkiye û Sûriyê ne”.

Eva jî di halekê de ye ku tevî sira çendîn pileyî ya li jêr sifrê li bajarê Xoyê û derdora vî bajarî, zirardîtiyên erdhejî di rewşeke herî dijwar de dijîn û rejîma Îranê alîkariyên hewce bi wan re nade û heta hin caran rêgirî ji gihîştina hevkariyên xelkê Kurdistanê bo zirarberkevtiyên erdhejê dike.