Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Îrana paşerojê bi bê beşdariya netewên din di desthilatê de, demokrasî û azadiyê bi xwe ve nabîne

11:29 - 7 Şibat 2023

Roja Şemî 15ê Rêbendana 1401an Rojî, kombûnek teşkîlatî ji bo endam û alîgirên PDKÎ li welatê Amerîkayê, bi beşdariya Xalid Ezîzî Berdevkê Hizbê bi rê ve çû.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” behseke berfereh li ser pêvajoya yekgirtina Hizba Demokrat û bandora vê yekgirtinê pêşkêş kir û daxwaz ji hemû endamên Hizbê li derveyê welat kir ku wek xelkê navxwe hewl bidin bo bihêzkirina refên Hizbê û bidestveanîna armancên xwe, têkoşînê bikin.

Berdevkê Hizbê di berdewamiya axavtina xwe de, behsa ziyanên veqetîn û natebayî di navbera Hizba Demokrat de kir û hêvî xwast ku bi hişyarî û zîrekayetiya endamên Hizbê li derve û navxweyê welat, çiyê din Hizb tûşê veqetînê nebe.

Navbirî derheq rewşa Kurdistan û Îranê ya piştî şoreşa Jînayê jî got: Hizba Demokrat ji destpêka vê şoreşê ve bi sehkirin bi berpirsyaretî, biryareke dirust daye û bi hemû hêz û wizeya xwe ve bo dabînkirina wekhevî û azadiyê xebata xwe berdewam bike û mûşekbaran û teror ti carî nekariye Hizba Demokrat bixe qedeman.

Rêzdar Xalid Ezîzî di dawiya axavtinên xwe de, li ser pêkanîna alternatîvek hemûrengî, pêkhatî ji hemû netewên Îranê bo cihgiriya Komara Îslamî ya Îranê, tekezî kir û got: Îrana paşerojê bi bê beşdariya netewên din di desthilatê de, demokrasî û azadiyê bi xwe ve nabîne.