Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma sersaxiyê bo nemir “Îdrîs Hormozî” li bajarê Pîranşehrê

11:44 - 7 Şibat 2023

Roja derbasbûyî, piştî koça dawiya kadrê dêrîn ê Hizba Demokrat “Îdrîs Hormozî”, rêûresmek bo sersaxiya wî nemirî li mizgevteke bajarê Pîranşarê bi rê ve çû.

Pêka zaniyariyên ku gihîştine oda nûçeyiya Navenda Ragihandina PDKÎ, roja Duşemî 17ê Rêbendana 1401an a Rojî, piştî koça dawiya kardê dêrîn û berpirsê Melbenda 1 a Kurdistanê, nemir “Îdrîs Hormozî”, xelkê şoreşger û emegnas ên bajarê Pîranşarê bi armanca bi zindîragirtina yada wî şehîdê û nîşandana hevxwemiya xwe digel malbata wî, rêûresma sersaxiyê li yek ji mizgevtên bajarê Pîranşarê bi rê ve birin.

“Îdrîs Hormozî” li heyama jiyana şoreşgeraneya xwe li refên Hizba Demokrat de, çendîn berpirsiyaretiyên cur bi cur kevtibûne ser milê wî û bi seha berpirsiyaretiyê ve karî bi awayê serkevtî wan erkan cî bi cî bike û dawî berpirsiyaretiya “Îdrîs Hormozî”, berpirsiyaretiya Melbenda 1 a Kurdistanê bû.

Navbirî di sibêdeha roja Duşemî 17ê Rêbendana sala 1401an a Rojî de, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.