Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pîranşarê du welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

12:26 - 7 Şibat 2023

Girtina welatiyan li bajarên Kurdistanê berdewam e û her di vê derheqê de, sibêha îro roja Sêşemî 18ê Rêbendana 1401an a Rojî, du welatiyên Kurd yên bi navên “Riza Bûrkê û Samî Resûlî” yên xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Hêzên rejîma Îranê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, êrîşê ser malên van kirine û bi lêdan û kutanê, ew du welatiyên Kurd bi xwe re birine.

Li gor Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, hêzên ewlehî yên rejîmê di dema binçavkirina van her du welatiyan de derî û şûşeyên malên wan şikandine.

Hêzên rejîmê dest danîn bi ser mobaylên van du welatiyan û mobaylên endamên malbatên wan û digel xwe birine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq cihê ragirtina van ber dest nîne.