Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amar ji erdheja Tirkiyê/ amar canjidestdayan giha bi 3381

12:29 - 7 Şibat 2023

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandiye ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 3,381 kesan û hejmara birîndaran jî bo 20 hezar û 426 kesan zêde bûye.

Heta niha jî xelk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di bin avahiyên kavilbûyî de ne û amara qurbaniya erdhejê xulek bi xulek bilind dibe.