Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasiyona li Azerbaycanê li dijî tora sîxurî ya Îranê/ heta niha 39 kes hatine girtin

12:16 - 1 Şibat 2023

Li gorî nûçegihaniyên ser bi Komara Azerbaycanê, Di encama operasyona taybet a hêzên ewlehiya Azerbaycanê de, toreke sîxurî ya rejîmê hatiye girtin ku hejmara wan 39 kes in.

Medyayên Komara Azerbaycanê gotine ku ew 39 kesane bi tawana sîxurîkirin ji bo rejîma Îranê li bajarê Baku û çendîn bajarên din hatine girtin.

Li gor malpera “Baku Tv” a ser Komara Azerbaycanê, operasiyonek taybet ji bo sîxurên ser bi rejîma Îranê li Bakuyê hatiye destpêkirin û 39 kes ji torekê binçav kirine.

“Baku Tv”yê daye zanîn: “Ew kesên hatinî girtin xwe bi dîndar bi nav dikirin, li ser torên civakî li berjewendiyên rejîma Îranê de propagende dikirin, azadiya baweriya olî li welatê me binpê dikirin û erkên dezgehên taybet ên Îranê bi cih dianîn da ku kevneşopiyên Azerbaycanê têk bidin”.

“Baku Tv” di berdewamiyê de diyarî kiriye: “Ev kesane di navbera xelkê Azerbaycanê de nakokiyên mezhebî çê dikirin, wan taybetmendiyên girêdayî Îranê û herwiha alayên reş ên bi nivîsên cuda yên bi zimanê Farisî di merasîmên olî yên Azerbaycanê de beşdarî dikirin û di torên civakî de tevlihevî çê dikirin û ew agahiyaneyên ku berhevê ser hev kiribûn ji bo servîsên taybet ên ku digel wan kar dikikrin, veguhastine”.