Di erdhejên 7.7 û 7.6 a rîxterî ku navenda wan li navçeyên Bazarcix û Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane, giha bi 6,234 kesan û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.
Hewlên derxistina hevwelatiyan di bin avahiyên kavilbûyî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e hê jî xelkek zêde di bin avahiyên herifî de mane.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên alîkariyê bo ziyanberkevtiyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya Tirkiyê hatine şandin.
Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî, 2530 kesan canê xwe ji dest dane û 4,645 kes jî birîndar bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê rewşa xelkê zirardîtî gelek xirab e û ev navçeyên ku di bin konterola opozîsiyonên ser bi Tirkiyê û dijberên rejîma Sûriyê de ne, hê jî xelkek zêde di bin avahiyên herifî de nehatine derxistin û lêgerîn û hawarhatin gelek bi kêmî lihev digerin.