Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêt Falon: “Baydên divê ji bo avakirina Komarek azad li Îranê hevkarê xelkê be”

11:01 - 8 Şibat 2023

Nûnerê Komarîxwazan ê Kongireya Amerîkayê û Endamê “Komîteya Hêzên Çekdar” ê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê “Pêt Falon” daxwaza hevkariya Amerîkayê bo herifandina rejîma Îranê kiriye.

“Pêt Falon” bi nivîsandina gotarekê li ser malpera “Rol Kal”ê daxwaz ji Serkomarê Amerîka “Joe Biden” kiriye bo herifandina rejîma Îslamî ya Îranê û avakirina Komareke azad, alîkariyê bi xelkê Îranê re bide û dema vê yekê hatiye ku dewleta “Joe Biden” startejiyek nû li hember rejîma Îranê bi kar bîne.

Herwisa navbirî gotiye: “Ti îmkanek bo baştirkirina yasayên zalimane yên rejîma Îranê nîne ku Îraniyên ku 4 dehikan li jêr vê zilmê de bûne bikarin erê bikin; Ti guherinkarî an handerek malî jî nîne ku wê rejîma Îranê bi ekterekî aştîxwazaneya navnetewî biguherîne”.

Herwisa wî nûnerê Kongireya Amerîkayê di dawiyê de gotiye ku xelkê Îranê çendîn dehik in ku çavrerê rêberên cîhanê ne û daxwaza alîkarîdana wan rêberaên cîhanê bo rizgarbûn ji rejîma hov dikin, lewma divê destpêka stratejiyeke nû û maqûl li hember Îranê bibe dawiya rejîma Îranê”.