Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa du xwîşkên Sinê piştî girtina wan ji aliyê hêzên rejîmê ve nediyar e

11:47 - 8 Şibat 2023

Soma Pûrmihemedî û Sirwe Pûrmihemedî, Endamên Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê ku berê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne girtin, hêşta li navenda “Îslah û Terbiyet” a rejîmê li bajarê Sinê de ragirtî mane û qedera wan nexuay ye.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê di vê derheqê de nivîsiye: “Ev du xwîşkane bi bê rohnkirina tawanên wan di girtîgehê de hatine ragirtin û bi merema lêpêçînê bo Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê vediguhezînin û car din şevane bo navenda “Îslah û Terbiyet” a rejîmê dizavirînin.

Soma Pûrmihemedî, Endama Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê, roja Çarşemî 28ê Befranbarê hatibû girtin û xweîşka wê jî, Sirwe Pûrmihemedî roja Yekşemî 9ê Rêbendanê ku li pey dosiyeya xwîşka xwe kevtibû, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.