Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûrdekariyên çawahiya şehîdkirina “Peyman Mînberî” ji aliyê Kurdpayê ve hate belavkirin

11:38 - 8 Şibat 2023

Çawahiya şehîdkirina ciwanekî bajarê Sinê yê bi navê “Peyman Mînberî” di raporekê de ji aliyê “Kurdpa”yê ve hate belavkirin.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di pêwendî digel yek ji kesên nêzî şehîd “Peyman Mînberî” şêhîdê şoreşa seranserî li bajarê “Sinê” çawahiya şehîdkirina wî ciwanê temen 25 salî û xelkê gundê “Niyer” yê girêdayê bajarê “Sinê” û rûniştiyê vî bajarî belav kir.

Di vê raporê de hatiye ku hêzên tepeserker yên rejîma Îranê bi çeka “kolt”ê ji pişti ve teqe jê hatiye kirin û gulle ber aliyê dilê wî ketibû, û demûdest canê xwe ji dest dabû.

Çavkaniya agehdar ragihandiye piştî ku “Peyman” canê xwe ji dest da û bo “Pizîşka Yasayî” ya li bajarê “Sinê” hatibû veguhastin û di belgeya mirina wî de ragihandine ku bi sedema “berketina tiştek tûj û req” canê xwe ji dest daye.

Hêzên rejîma Îranê piştî şehîdkirina “Peyman” givaşên zêde xistine ser malbata wî ku divê di dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê sikalayê tomar bikin ku kesek din kurê we kuştiye, lê malbata wî û bi taybet dayîka şehîd Peyman “Sahibe Weysî” daxwaza dadgehê bo tomarkirina sikalayê red kiriye û ragihandiye ku, “min sikale ji ti kesekî nîne û bikujê kurê min tenê rejîma Îranê ye”.

Herwisa di çend rojên derbasbûyî de dayîka “Peyman Mînberî” di girte vîdoyekî de ku belav kiriye ragihandiye ku “divê rejîma Îranê bersiv bide ku çima xwîna kurê min bi neheqî rijandiye”.

“Peyman Mînberî” ciwanê temen 25 salî, roja Şemî 16ê Rezberê li bajarê “Sinê” bi sedema teqeya hêzên rejîmê şehîd bû, û termî wî roja Yekşemî 17ê Rezberê bi amadebûna hejmarek zêde ji hêzên rejîmê û malbata wî li goristana “Biheşta Mihemedî” ya bajarê “Sinê” bi awayekî veşartî bi axê hatibû spartin.