Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du senatorên Amerîkayê li derheq ewlehiya Facebookê daxwaza bersivdana berpirsê Facebookê kirine

12:07 - 8 Şibat 2023

Senator “Marko Robiyo” û Senator “Mark Warnêr” ên meclîsa Senaya Amerîkayê daxwaza bersivdana berpirsê Facebookê “Mark Zakirbêrg” li derheq ewlehiya Facebookê li Îranê kirine.

Senatorê Komarîxwaz “Marko Robiyo” û Senatorê Demokrat “Mark Warnêr” daxwaz ji berpirsê Facebookê “Mark Zakirbêrg” kirine ku bersivê bide, gelo rejîmên metirsîdar ên wek Îranê destpêregihîştin bi zanyariyên bikarhênerên Facebookê li Îranê de hene an ne? û di vê derheqê de zaniyariyên zêdetir bide.

Pêka rapora navenda nûçeyan ya Kongireya Amerîkayê ya bi navê “Hîl”, wan du senatoran nameyek bo avakerê kompaniya “Meta”yê û xwediyê tora civakiya Facebook “Mark Zakirbêrg” şandine û hinnek belge nîşan dane ku berpirsên tora civakiya Facebookê agahdarê vê yekê ne ku 10an hezar bernamenivîs li Îranê û Koreya Bakur, Çin û Rûsiyê, destpêregihîştin bi zanyariyê bikarhênerên Facebookê hene.

Herwisa wan senatorên Amerîkayê tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq bikarhatina zanyariyên bikarhêneran ji aliyê navendên ewlehî yên biyanî bo sîxurî û derzkirina wan zanyariyan, daxwaz ji “Mark Zakirbêrg” kirine ku bersiva pirsyar û daxwazên wan bide.