Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiyek bo bilindragirtina çileya şehîd “Burhan Elyasî” ji aliyê xelkê ve hat belavkirin

12:19 - 8 Şibat 2023

Xelkê azadîxwaz yên bajarê “Ciwanro”yê bo bilindragirtina çileya şehîd “Burhan Elyasî” banghêjiyek bo roja Pêncşemî belav kirine.

Xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi belavkirina banghêjiyekê di çend rojên derbasbûyî de daxwaz ji xelkê xwedî helwêst û nîştimanperwer kirine ku roja Pêncşemî 20ê Rêbendanê, di rêûresima çileya şehîd “Burhan Elyasî” şêhîdê şoreşa “Jîna”yê de beşdariyê bikin û malbat û kes û karên wî şehîdî tenê nehêlin û digel rê û rêbaza şehîdên rêya rizgariya gel peymanê nû bikin.

Hêjayê baskirinê ye ku zêdetir ji heftiyek beriya niha jî, ciwanên bajarê “Ciwanro”yê bo bilindragirtina yad û bîra wî şehîdê Kurd di roja çileya wî de banghêjiyek belav kiribûn.

Şehîd “Burhan Elyasî” roja 10ê Befranbarê, piştî vê ku xelkê biwêr yên bajarê Ciwanroyê kom bibûn da ku li goristana “Hacî Îbrahîm”,  li rêûresima çileya şehîdên şoreşa “Jîna”yê di wî bajarî de beşdar bibin, ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve êrîşê ser xelkê hate kirin û şer û pevçûn derket holê û “Burhan Elyasî” şehîd bû. Bilî şehîdbûna “Burhan Elyasî”, zêdetir ji 10 xwenîşander ku yek ji wan nûciwanek temen 14 salî bû, bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma xwînmij hatine birîndarkirin.