Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê 11 hezar kes derbas kir

16:21 - 8 Şibat 2023

Serkomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdoxan di serdane xwe de bo bajarê Mereşê daye zanîn, heta niha 8,574 kesan canê xwe ji dest dane û 49 hezar û 133 kes jî birîndar bûne.

Serkomarê Tirkiyê îşare bi vê yekê jî kiriye ku, 6,444 avahî herifîne.

Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî, heta niha 2,530 kesan canê xwe ji dest dane û 4,654 kes jî birîndar bûne.

Hewlên derxistina hevwelatiyan di bin avahiyên kavilbûyî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyê berdewam e, hê jî xelkek zêde di bin avahiyên herifî de mane.