Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê cezayê lêdana qamçiyan û girtîgehê bi ser du welatiyên xelkê Qesra Şîrînê de sepand

13:54 - 8 Şibat 2023

Binav dadgeha rejîmê li bajarê “Qesra Şîrîn”ê, cezayê lêdana qamçiyan û girtyîgehê bi ser du serhildêrên xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê de sepandiye ku li meşa serhildana seranserî li bajarê Qesra Şîrînê hatibûne binçavkirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê yên bi navê “Pêyman Şîrbendî” yê temen 43 salî û kurê Mihemedelî û “Mehdî Feqîrî Qulîlale” yê temen 25 salî û kurê Mihemed, bê amadebûna wan di dadgehê de, ji aliyê taya 101 a dadgeha 2 ya rejîmê û bi serokayetiya binav dadwer “Cewad Xusrewî” bo her yek ji wan 8 meh girtîgeh û 50 derbeyên qamçiyan hatiye birîn.

Wê binav dadgehê tohmeta “nearamkirina ewlehiya giştî bi rêya çalakiyên alozî û rêgirîkirin ji kasibiya xelkê” bi ser wan du serhildêran de sepandiye.

Ew du serhildêrên bajarê “Qesra Şîrîn”ê, di meşa xwenîşandana seranserî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê “Qesra Şîrîn”ê hatibûne binçavkirin û piştî lêpirsînê, bi awayê demkî û bi danîna barimteyê hatibûne azadkirin.