Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya biryarnameya hejmara 100 ya Kongreya Amerîkayê ji berxwedaniya xelkê Îranê

10:22 - 9 Şibat 2023

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendana 1401`an a Rojî, her du partiyên Amerîkayê di Kongreya wî welatî de, di salroja şoreşa xelkê Îranê ya li dijî Paşayetiyê di konferanseke rojnamevanî de di 100emîn biryarnameya xwe de piştevanî ji berxwedaniya xelkê Îranê kirin.

Herwisa Kongreya Amerîkayê di biryarnameya hejmara 100 de, ji xelkê Îranê daxwaz kiriy da ku Komareke demokratîk ku pêk hatibe li azadî û demokrasî, cudabûna ayîn li hikûmetê û Îranek bi bêetom ava bikin.

Biryarnameya hejmara 100 ya Kongireya Amerîkayê, berdewamiya biryarnameyên berê yên Kongireyê ku girîngtirîn ji wan biryarnameya 4744 e ku di vê biryarnameyê de ji dewleta Amerîkayê daxwaz hatibû kirin ku binpêkirina mafê mirov li Îranê yên weke, komkujiya girtiyên siyasî yên li sala 1367`an, û serkutkirina xwenîşanderên siyasî yên li heyama salên 1378, 1388 û 1396`an şermezar bike ye.

Herwisa biryarnameya hejmara 100 ya kongreya Amerîkayê, bas ji vê yekê dike ku, komkujiyên bi hezaran girtiyên siyasî yên li sala 1367`an bi dana fîtwayekê, bo bidarvekirina hemû girtiyan ku di berxwedaniya xelkê Îranê de bûne hatiye encam dan.

Her di vê pêwendiyê d, “Greg Stanton” got: “Drûşmên ku di vê serhildanê de hatin dan bi zimanekî sade û zelal daxwazên gelê Îranê tîne ziman, Amerîka di piştgirîkirina gelê wêrek yê Îranê de yekgirtî ye.