Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên erdheja Tikiye, Sûriyê, Bakûr û Rojava yê Kurdistanê ji 17 hezar kesan derbas kir

10:48 - 9 Şibat 2023

Di demekê de ku lêgerînên bona peydakrina hevwelatiyên di bin avahiyên herifî de, di çaremîn roja xwe de ye berpirsên her du welatan dawî amara qurbaniyan zêdetir ji 17 hezar û 100 kesan ragihandine.

Ji aliyek din ve, Navenda Bûyerên Sirûştî yê Tirkiyê sipêdeha roja Pêncşemî ragihandiye ku heta niha 12 Hezar 391 kesan bi sedema erdhejê li Bakûr û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 50 Hezar kes jî birîndar bûne.

Herwisa li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî 2 Hezar û 992 kesan canê xwe ji dest dane û 730 kes ji wan li deverên di bin kontirola opozîsyonan de ne û Hezar û 262 kes jî li deverên din di bin kontirola rejîma Sûriyê de.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rewşa erdhejberketiyan û meşa hevara çûn û dabînkirina kelûpelên hewce û herwisa peydakirina hevwelatiyan di bin avahiyên herfî de gelek nebaşe.

Amara qurbaniyan bi sedema vê yekê ku hejmarek zêde ji hevwelatiyan di bin avahiyên kavilbûyî de mane û amar dem bi dem zêdetir dibin.