Roja Çarşemî 19`ê Rêbendana 1401`an, Wezareta Karê Derve ya Almaniyayê bo carek din pejrand ku armanca sereke ya Ewropayê pêşîgirtin ji destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî ye û civînên li derheq zindî kirina Bercamê jî hatine rawestandin.
Herwisa “Andre Asase” Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Almaniyayê di hevpeyvînek rojnamevanî de ragihand ku: “Armanca me bi giştî pêşîgirtin ji destpêragihîştina Îranê bi çeka navkî ye û ev armanca dê her berdewam be û em li pey rikeberiyên çekên navkî li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêz de nin.”
Navbirî di berdewamiyê de ev yek jî got: Nabe destê Îran bigihîje bi çeka navkî û heta şiyana berhemanîna vê jî nabe hebe.
Herwisa Ajansa Navneteweya Wizeya Navkî ya li Viyanayê di vê pêwendiyê de, ji rejîma Îranê re daxwaz kiriye ku, derbara dewsên uranyoma meyandî yên li sê sayîtên ku nehatine îlankirin şiroveyan bide û derfeta destpêragihîştina vekolerên Ajansê bo cih, made û komkirina mînakan di wan sayîtan de rêk bixe.