60 Nûnerên Kongerya Amerîkayê di nameyekê de bo “Jeo Biden” Serkomarê wî welatî daxwaz kirin ku: “Em pir nîgeranê wan raporan in ku nîşan didin balafirên bê pilot yên Îranê yên li şerê Ukraynê de tên bikar anîn, parçeyên wan li Amerîkayê hatine berhem anîn.”
Herwisa wan nûnerên han di berdewamiyê de ji “Jeo Biden” re daxwaz kirine ku bi awayek hevaheng û hemû alî, zencîreya dabîn bûna Îranê qut bike û kompaniyayên formalîte yên ku di dûr lêdana tehrîmên li dijî Îranê alîkarî dikin pêşiya wan bigirin û herwisa ji bo hevpeymanên Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn givaşan bînin da ku pêşî ji dana perçeyan bo Îranê bigirin.
Di berdewamiya nameya wan 60 nûnerên Kongreya Amerîkayê de hatiye: Balafirên bê pilot yên ku Îranê çê kirine, bandorek berfireh li ser şerê li dijî Ukrayînê daniye û herwisa çekên han derfeta vê yekê daye Îran û hevpeymanên Îranê ku hin alavên din yên şer bikevin destê wan da ku bi hêza xwe di herêmê de desthilatdariyê bikin û bibin gef li ser hêz û hevpeymanên girîng yên me û azadiya gemîvaniyê.
Nûnerên Kongreya Amerîkayê nivîsandine, ji Tebaxa 2022an ve Îranê bi sedan balafirên bêpîlot ên xweteqîner ên weke Şahîd 136 û Şahîd 131 radestî Rûsyayê kirine, ku sivîlên Ukraynayê dikin armanc.