Pêka raporên ku di nûçegihaniyan de belavbûne, erdhejberketî û mexdûrên bajarê Xoyê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna xêvet û nebûna alîkariyan, di desmsala sar a zivistanê de, bi nobet diçin nav xêvetan de û xwe gerim dikin.
Bi derbasbûna 12 rojan li ser erdheja Xoyê de, zêdeyî 140 malbatên erdhej lêdayên bajarê Xoyê hîn xêvet û alavên germkirinê wernegirtine û ev felaketa di halekê de ye ku rejîma Îslamiya Îranê îro Pêcşemî 45 ton alîkarî bo erhej lêdayên Sûriyê şandiye.
Piraniya erhejberketiyên bajarê Xoyê ji ber nebûna neft û nedana valoran neçar in rejî an daran bona germkirinê bikar bînin û ev jî bûye sebeba jehrî bûna çendîn kesan heta kur û dayîkekê ji ber jehrîbûna dûkelê fetisîn.
Pêka rapora nûçegihaniya fermî ya Sûriyê “SANA”yê îro Pêcşmî çaremîn balafira Îranê ku hilgirê 45 ton alav û alîkariyan bû, bo alîkarî dan bi erdhejberketiyên Sûriyê di balafirgeha navneteweyî ya Demşqê de rûniştiye.