Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirin û sepandina cezayên giran li ser welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bedewam e

17:12 - 9 Şibat 2023

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendana 1401`an Rojî, li bajarê Seqizê hêzên serkurkar yên rejîmê “Osman Îsmaîlî” çalakvanê kedkarî binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî roja Çarşemî 11`ê Cozerdana îsal bi “têkdana hizra giştî û banghêjî li dijî nizamê di berjewendiyên girûp û saziyên dijberê rejîma Îslamiya Îranê” hatiye tohmetbar kiriye.

 

Li bjarê Sine jî, taya yek ya dadgeha Şoreşa rejîmê ya li bajarê Sine cezayê 3`ê sal hepsa te`izîrî bi ser welatiyê Kurd yê bi navê “Siyamek Davûdî” de sepandiye.

Dadgeha rejîmê “Siyamek Davûdî” bi kombûn û tebanî li dijî ewlehiya hundr û derve, tohmetbar kiriye.

Siyamek Davûdî serteraşxane heye û roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê li şeqama Sîrûs li cihê karê xwe de ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Siyamek Davûdî di girtîgeha rejîmê de ji aliyê hêzên serkutker ve hatiye îşkencekirin.