Yek ji siyasetmedarên Îsraîlê di hevpeyvînekê digel “I 24”a Îsraîlê de daye zanîn, ku îhtimal heye Komara Îslamî ya Îranê ji rewşa navçeyên erdhejlêdayî yên Sûriyê mifahê werbigire û di çarçêveya hevkariyên mirovdostane de çekên şer û hêzên Spaha Quds bişîne.
“Cêyson Brodiskî”, Birêveberê Siyasetguzariya Saziya “Yekitî li dijî Îrana Navkî” ji kanala “I 24”a Israîlî re gotiye: “Spaha Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê pêşîneya şandina çekên leşkerî di bin navê alîkariyên mirovî de hene”.
“Cêyson Brodiskî” di axavtinên xwe de wiha gotiye: “Divê civaka navneteweyî hişyar be; Ji ber ku Komara Îslamî berê jî bi mifahwergirtin ji Heyva Sor a Îranê ji bo şandina hêzên ewlehî, Spaha Quds û çekên giran bikar aniye û nabe ev yeka dubare bibe”.
Li gor gotina “Cêyson Brodiskî”, rejîma Îranê di sala 2006an de, ji Heyva Sor a vî welatî ji bo armancên xwe yên leşkerî li Lubnanê bikar anîbû.
Rejîma Îranê di wê bûyera Sûriyê de du xalan dike armanc, ya yekem dahata xelkê Îranê bi navê alîkariyê ji bo rejîma Sûriyê dişîne û ya din ev e ku ji vê yekê mifahê werdigire da ku çek û cebilxaneyan bi navê balafirên hevkariya mirovdostane ji bo girûpên terorîstî li Sûriyê bişîne.
Rejîma Îranê di demekê de amadebûna xwe ji bo şandina alîkariyan bo Sûriye û Tirkiyê ragihandiye ku xelkê erdhejzediyên bajarê Xoyê li parêzgeha Urmiyê li benda hevkariyên destpêkî ji bo rizgarkirina canê xwe di nav sir û seqemê de ne.