Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê; Amara canjidestdayan 22 hezar derbas kir

10:35 - 10 Şibat 2023

Piştî erdheja bihêz a 7.7 rîxterî ya Bakurê Kurdistanê ku navenda vê bajarê Mereşê bû û hejmarek ji bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyê jî li xwe girtibûn, hejmarek zêde ji hevwelatî rastî zirarên canî û madî hatin û pêka dawî amaran, hejmara canjidestdayên vê bûyerê ji 22 hezar kesan derbas bû.

Îro roja Înê rêkevta 21ê Rêbendanê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye ku hejmara canjidestdayên bûyera erdhejê li 10 bjarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê giha bi 18 hezar û 342 kesan û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Pêka dawî amarên belavbûyî, li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî, 3 hezar û 840 kes canê xwe ji dest dane û 7 hezar kes jî birîndar bûne.