Xelkê serhildêr ên Rojhilatê Kurdistanê li şeva 20ê Rêbendanê, hem benêrên rejîmê anîne xwarê û hem şewitandin; Herwisa li bajarên Urmiye, Sine û Ciwanroyê agir berdane binkeya besîcan.
Di bajarê Urmiye de xelkê serhildêr ên, tevî şewitandina benêrên rejîmê agir berdane binkeya besîcan û teqînek li nahiyeya besîcan a Spaha Pasdaran de qewimî.
Di bajarê Sinê de jî, xelkê serhildêr binkeya besîcan li vî bajarî şewitandin û benêrên rejîmê anîne xwarê û şewitandin.
Di bajarê Ciwanroyê de jî, serhildêran tevî anînexwarê ya benêrên rejîmê û şewitandina wan, alaya rejîma Îslamî ya Îranê anîne xwarê û tevî agirberbdanê avêtine nav zibildanê û çileya şehîdbûna şehîdê doza azadiyê “Burhan Îlyasî” bi bilind ragirtin.
Herwisa xelkê azadîxwaz li bajarê Kengana parêzgeha Luristanê, benêrên rejîma Îranê anîne xwarê û şewitandin.
Di Îranê de jî, li bajarê Kirman, Tehran û Xaşê benêrên rejîmê şewitandin û li bajarê Çabihar yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, binkeya besîcan şewitandin.
Herwisa li çendîn bajarên din ên Îranê xelkê serhildêr li dijî rejîma Îranê û bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî li ser diwarên bajaran dirûşm nivîsandin.