Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 9 kompaniyên ku li berhemanîn, firotin û veguhastina neft û berhemên neftî yên rejîma Îranê de rol hebûn, xistine nav lîsteyê dorpêçan.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Pêncşemî 20ê Rêbendanê, li ser malpera xwe belav kiriye ku 6 kompanî li Îranê û 3 kompanî li Malêzî û Sengapûrê bi sedema berhemanîn, firotin û veguhastina milyonan Dolar ji berhemên petrokîmî û nefta rejîma Îranê bo kiryarên Asiyayî, tehrîm kirine.
Di vê derheqê Cihgirê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li Karûbarê Terorîzm û Zaniyariyên Malî, “Birayan Nîlson” belav kiriye: “Rejîma Îranê bo firotina berhemên petrokîmî û nefta xwe zêdetir rû li bikirên Asiyayî kiriye ku ev yeka binpêkirina dorpêçan e û Amerîka pêbendê berdewamkirina wan dorpêçan e.
Herwisa Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkên” gotiye: “Amerîka bo rêgirî ji hewlên rejîma Îranê bo dorlêdana dorpêçan hewlên xwe yên micid didomîne”.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê belav kiyiye ku Kompaniya Emîr Kebîr, Sîmorx, kompaniya petrokîmiya Lale û 3 kompaniyên girêdayî bi kompaniya “Marûn” li Îranê û kompaniya “Asiya Fuêl PTA û kompaniya Yûnîş enerjî PTA” li Sengapûrê û kompaniyên “Sêns” li Malêziyê tehrîm kirine.