Endamekî Hizba Demokrat ê bi navê “Îdrîs Îbrahîmî”, kurê “Ebdulbaqî” û xelkê gundê “Mela Bastek” ê girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê bi sedema bûyereke nexwastî roja Sêşemî 18ê Rêbendanê Koça dawiyê kir.
“Îdrîs Îbrahîmî” ji salên 70an a Rojî ve endamekî dilsoz û çalak yê Hizba Demokrat bû ku di malbateke welatparêz û hogirê Hizba Demokrat de perwerde bibû.
Bavê Îdrîs Îbrahîmî, “Ebdulbaqî Îbrahîmî” piştî şoreşa gelan li Îranê, wek xebatkarekî doza rewaya gelê Kurd li hêza Bergirî de bi awayekî çalakane beşdar bû.
Roja Çarşemî 19ê Rêbendanê termê “Îdrîs Îbrahîmî” bi beşdariya xelkê devera Mirgewer li gundê Mela Bastekê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên “Îdrîs Îbrahîmî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.