Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê ragihandiye ku di erdhejê de berpirsê vê partiyê yê li bajarê Semsûrê “Mustafa Erturk” canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li dereheq canjidestdana berpirsê vê partiyê yê bajarê Semsûrê di erdhejê de daxuyaniyek belav kiriye.
HAK-PAR di beşek ji daxuyaniya xwe de ragihandiye:“Mixabin berpirseke me yê taya Semsûrê ya HAK-PARê “Mustafa Erturk” ku çend rojan di bin xaniyên kavil de mabû, termê wî hate peydakirin, lê termê kurê wî hêj di bin kavilan de maye, hevjîn û keça wî jî bi birîndarî di bin xaniyên kavil hatine derxistin. Em hêvî dikin ku ew zû baş bibin”.