Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî: “Divê rejîma Îranê cezayên îdamkirinê bi lezgînî bisekinîne”

16:18 - 10 Şibat 2023

Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku divê bi lezgînî birêvebirîna ceyayê îdamkirina neraziyên binçavkirî bisekinîne.

Îdamkirina serhildêran ji aliyê rejîma Îranê ve bûye sedem ku Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwz ji rejîma serkutkar a Îranê bike ku cezadana nadadperwerane û cezayê îdamkirina “Kambîz Xerût û Şueyb Mîrbelûç Zehî” bibezgînî bisekinîne.

Herwisa vê saziya navnetewî tevî şermezarkirina îşkencekirin û cezakirina nadadperwerane û sekinandina îdamkirina serhildêran li Îranê, daye zanîn ku berepirsên rejîma Îranê “Kambîz Xerût û Şueyb Mîrbelûç Zehî” îşkence kirine.

Herwisa Saziya Lêbihorîna Navnetewî ragihandiye ku berpirsên rejîmê bo îtirafên bi zorê ew du welatî îşkence kirine.