Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Urmiyê di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîmê de canê xw eji dest da

16:21 - 10 Şibat 2023

Roja Pêncşemî 20ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Dariya Mîkayîlî” yê temen 23 salî û kurê Teymen û xelkê gundê “Kelereş” ê ser bi parêzgeha Selmasê, ku ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneya “Xumeynî” a bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye, 7 roj berî niha, hêzên rejîma Îranê li taxa “Kuştargeh”a bajarê Urmiyê, bi gumana hebûna kelûpelên qaçax, maşîna wî weatiyê Kurd dane ber gulleyan.

Ev ciwanê Kurd bi sedema berkevtina gulleyek li ling û keviya wî bi tundî birîndar bibû.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê “Dariya Mîkayîlî” bi awayê rasterast dane ber gulleyan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, rejîma Îranê termê navbirî radestî malbata wî nekirine.