Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Berdevkê Hizbê digel du kesayetiyên navdewletî

11:06 - 11 Şibat 2023

Rêzdar “Xalid Ezîzî”, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di berdewamiya hevdîtinên xwe digel kesayetî, sazî, binke û damezraweyên cur bi cur yên cîhanî, li Waşingtonê digel du kesayetiyên navdewletî kom bû.

Berdevkê Hizbê, digel “Fiyona Birus”, Parlamentara berê ya Birîtaniyayî û şandiya taybet a Serokwezîranê vî welatî bo azadiya bawer û ol û parêzera mafê mirovî û herwisa digel “Can Fîgel”, nûnerê berê yê Yekîtiya Ewropayê bo azadiya bawer û ol û endamê Komîsariya Yekîtiya Ewropayê bo perwerde, rahênan, rewşenbîrî û lawan, civîn kir.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” di vê dîdarê de, li ser mijarên mafê mirovî û binpêkirina azadiya netewên bindest di Îranê de axivî û derheq hejmareke zêde ya girtiyên siyasî û olî yên Kurd û metirsiya îdamkirina hin ji wan ji aliyê desthilatdarên Tehranê ve, agehî bi van du kesayetiyên navdewletî re dan.

Navbirî ji her du kesayetiyên navdewletî daxwaz kir ku bi hevkariyên hevpar li cîhanê bi giştî û Yekîtiya Ewropayê bi taybetî, givaşên berfireh bixine ser rejîma Îranê, da ku dest ji van binpêkirinan berde.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, pirsa penaberan û metirsiya berdewam a êrîşên Tehranê bo ser Kurdistanê û hewcehiya rêgirîkirin ji wan êrîşan behs hate kirin.

Herdu aliyan tevî nîşandan kêfxweşiya xwe bo vê dîdarê, behsa berpirsayetî û ezmûnên xwe di wan waran de kirin û gotin, ev behsane cihê rêzgirtina wan in û daxwaz kirin ku ev hevdîtinane berdewam bin.

Di vê hevdîtinê de, Rehîm Reşîdî, Endamê Enistîtuya Gold bo Setratejiya Navnetewî, hevrêtiya berdevkê Hizbê kir.