Di erdherja bihêz a 7.7 rîxterî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku beşek ji bajarên Tirkiye û Sûriyê jî li xwe girt, zêdetir ji 23 hezar kesan canê xwe ji dest daye û bi 10an hezar kes jî birîndar bûne û bi sedema berfirehiya vê erdhejê, amar xulek bi xulek zêdetir dibe.
Pêka dawî amarên belavbûyî, 20 hezar û 665 kesan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 80 hezar û 88 kes jî hatine birîndarkirin.
Herwisa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî, 3 hezar û 840 kesan canê xwe ji dest daye û 7 hezar kes jî birîndar bûne.