Hevkariyên mirovdostane yên Herêma Kurdistanê gihane deverên erdhejlêdayî yên Rojavayê Kurdistanê û xelkê pêşwaziyek baş ji vê hevkariyê kir.
Karwanên hevkariya mirovdostane yên Herêma Kurdistanê ji bo deverên erdhejlêdayî yên “Çiyayê Kurmênc” û devera “Cindirês” û bajarê Efrînê ku di erdhejê de xisarên gelek zêde dîtibûn, hatine şandin û ev hevkariye ji aliyê xelkê parêzgeha Efrînê ve hate pêşwazîkirin.
Alîkariyên Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê, yekemîn alîkarî bûn ku gihîştine wê deverê.
Herêma Kurdistanê di çend rojên borî de hevkariyek zêde bi bajarên erdhejdîtî yên Bakurê Kurdistanê re jî kir.