Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê tenê 12 roj dem pêwîst e ji bo bidestxistina çeka navkî

10:55 - 1 Adar 2023

Pêka raporên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rejîma Îranê bo berhemanîna çeka navkî hewcehî bi 42 kîlo Uraniyoma meyandi bi tiratiya %60 heye.

Di vê derheqê de roja Sêşemî 9ê Reşemê, Cihgirê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Kalîn Kal” bi Komîteya Xizmetkariyên Leşkerî ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê re gotiye: “Îran dikare li heyama 12 rojan de madeyên hewce bo berhemanîna çeka navkî berhem bîne”.

Herwisa Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî huşdsarî daye ku rejîma Îranê bi qasa hewce Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 heye ku dikare di meyandina Uraniyomê de bikar bîne û ji bo berehemanîna çeka navikî mifahê wergire.

Rejîma Îranê jî wê yekê red dike ku Uraniyoma bi tîratiya %84 meyandiye û dibêje, “meyandina Uraniyoma zêdetir ji tîratiya %60, mafê me ye”.