Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza Komîteya Derxistina Rastiyan bo wergirtina zanyariyan li derheq binpêkariyên mafê mirovî li Îranê

12:36 - 2 Adar 2023

Komîteya Derxistina Rastiyan ya girêdayî bi Netewên Yekgirtî, ku ji aliyê Şêwreya Mafê Mirovî a vê saziyê ve li derheq xwenîşandanên Îranê lêkolînê dike, roja Çarşemî, di daxuyaniyekê de ji hemû kes û aliyan daxwawza şandina belge û zanyariyan li derheq serhildana gelên Îranê kiriye.

Heyeta Derxistina Rastiyan di vê daxuyaniyê de daxwaza komkirina belgeyan li derheq binpêkariyên mafê mirovî bi taybet jin û zarok û kêmîneyên netewî kiriye.

Heyeta Derxistina Rastiyan ragihandiye ku, di hewl de ye, zanyariyên li derheq tawanên weke “tepeserkariyên tundûtîjane yên xwenîşanderan ji aliyê hêzên rejîma Îran ve yên, weke binçavkirinên serbereday, destdirêjiyên sêkisî, îşkence, reftarên nemirovane, bê serkirina xelkê û herwisa kuştina sedan kes ji xwenîşanderan kom bikin.

Herwisa vê Komîteyê rêyên şandina zanyariyan belavkiriye û daxwaz kiriye ku her kesek zanyarî hebin heta 31ê meha Kanûna Yekema sala 2023an belgeyên xwe bi zimanê Farsî an Îngilîzî bo nivîsîngeha vê Komîteyê bişînin.