Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

10:04 - 16 Adar 2023

“Şîrizad Ehmedînijad” yek ji binçavkiriyên xelkê bajarê Bokanê, li girtîgeha îtdareya îtla`ata Spaha Pasdarana rejîmê li Urmiyê, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirov bo Rojhilat “Chav News”ê roja Çarşemî 24`ê Reşemeya sala 1401`an, “Şîrizad Ehmedînijad” ê temen 41 salî û xelkê bajarê Bokanê ku mehekê beriya niha, ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha Pasdaran ve li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê roja Sêşemî di pêwendiyeke telefonî de bi malbata “Şîrizad Ehmedînijad” re girtibû û ragihandibû ku, bo azadiya demkî ya kurê wan barimteyê danên, lê roja Çarşemî her dîsan bi vê malbatê re ragihandine ku kurê wan canê xwe ji dest daye û îdi`a kirine ku “Şîrizad Ehmedînijad” bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest daye.

“Şîrizad Ehmedînijad” roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtla`ata Spaha rejîmê hatibû veguhastin.

Cihê gotinê ye ku, xelkê bivêr û çavnetirs yên bajarê Bokanê, hevdem digel gihîştina termê “Şîrizad” bo bajarê Bokanê, rijyane ser şeqaman û bi dirûşmên weke “Şehîd namirin û Mirin bo Xamineyî” li hember hêzên serkutker yên rejîmê derkevtin.