Konfederasyona Rewenda Kurdistanê di bangihêjiyekê de ji xelk Kurdistaniyên derveyî welat daxwaz kir ku, bi çoş û heyecanê li rêûresimên Nawenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de beşdarî bikin û piştevanî ji xebata rewa ya neteweya me li Rojhilat bikin.
Deqa banghîjiyê bi vî awayî ye:
Herçawan ku hûn agehdar in, Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku piştevanîkirin ji Şoreşa Jînayê, gur dan bi xebata li dijî bêdadî û zilmê li Îranê ye, li çend welatên derve çejina newrozê bi awayek taybet birê ve bibin û her di vê pêwendiyê de komek rêçare û bername darêtine.
Her ji rêya vê bangihêjiyê ve, tevî piştevanîkirin ji vê pêngava Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li hemû Kurdistaniyên li derve daxwaz dikin ku bi coş û heyecanê di wan rêûresimên Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de, beşdarî bikin û bi vî awayî piştevaniya xwe ji xebata rewa ya neteweya me li Rojhilatê Kurdistanê dubare bikin.