Endam û alîgirên Partiya Demokrat li bajar û navçeyên Kurdistanê bo pêşiwazîkirin li hatina Newrozê û sala nû, çalakiyên propagendeyî lidar xistin.
Pêka nûçeya gihîştî bi odeya Navenda Ragihandina Partiya Demokratê, roja Çarşemî 24`ê Reşemeya 1401`an, şoreşgir û alîgirên Partiya Demokat a Kurdistana Îranê li bajar û navçeyên Kurdistanê bi hildana Alaya Kurdistanê li ser tirbên şehîdên Hizbê û gel û herwisa bi belavkirina wêneyên Jîna û Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, pêşiwazî li Newroz û sala nû kirin.
Ev cihên ku çalakiyên propagendey birêveçûn e wiha ne: Gundên weke Pîrvelî û Sirî avaya Axeliyan ya girêdayî navçeya Çomî Mecîdxan, Jarava, Sê rêya Filkan bo Dizêya ser bi navçeya Mirgewer, rêya Şino bo Mirgewer û nav bajaroka Dizeya ser bi Mirgewer.
Herwisa alîgirên Partiya Demokrat li gundên weke, Bobekatana Gewrika girêdayî Seqizê, bi hildana Alaya Kurdistanê û nivîsîna drûşma “Jin, Jiyan, Azadî” pêşwazî li sala nû kirin.