Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna du hevdîtinên komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel serokê Encûmena şarewaniya bajarê Turkû ya welatê Fîlandayê

10:22 - 17 Adar 2023

Roja Yekşemî û Çarşemî rêkevta 13 û 15ê Reşemeyê, li bajarê Turkû ya Fîlandayê, endamên Hizbê bi serpereştiya Komîteya Hizbê ya li wî welatî digel berpirsekî îdarî û Hizba “Mîka Maskola” Serokê Encûmena Şarewaniya wî bajarî kombûnek lidar xistin.

“Mîka Maskola” di hilbijartinên welatê Fîlandayê de ku dê li paşerojeke nêz de birêve here, li ser lîsta Partiya Sosyal Demokrat dê xwe bo endametiya parlemana wî welatî berbijêr bike.

Di vê kombûnê de, Maskola Serokê Encûmena Şarewaniya Turkûyê bi eşkere diyar kir ku, penaberên di wî welatî de weke parek ji pêkhateya civaka Fîlandayê ne û hişyarî û beşdariya wan di piroseya dengdanên hilbijartênên wî welatî de, bandor li ser jiyana siyasî û civakî ya wan heye.

Di beşeke vê kombûnê de, amadebûyan daxwazkariyên xwe bas kirin ku di egera serkevtina navbirî di berbijêriya Partiya Sosyal Demokrat a Fîlandayê de, hêlên kar û xebatê û piştevanî ji penaberan pêk bîne.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî, li ser daxwaza “Maskola” komek endamên Hizbê û Yekîtiya Jinan kombûne lidar xistin.