Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza parlemena Ewropayê ji Şêwreya Navneteweyî bo lîkolînkirin li derheq jehrîkirina xwandekaran li Îranê

10:43 - 17 Adar 2023

Yasadanerên Parlemena Ewropayê bi pejrandina biryarnameyekê, hewlên dije mirovî yên hêzên serkutker yên rejîma Îranê bona kipkirina dengê jinan û keçan li Îranê şermezar kirin û ji vê Şêwreya Navneteweyî daxwaza lîklolînê di vê barê kir.

Herwisa di vê biryarnameyê de ji endamên Yekîtiya Ewropayê daxwaz hatiye kirin, da ku dana Vîzayay û mafê penaberiya lezgîn bo kesên ku neçar dibin Îranê biterikînin bitaybet bo jinan û keçan sanahî bikin.

Di berdewamiya vê biryarnameyê de, Parlementa Ewropayê ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz kiriye da ku li derheq jehrîkirina xwedandekaran de bi lezgîn û zelalî û bê alî lêkolînan encam bide.

Herwisa therîmkirina hin berpirsên pêwendîdar bi jehrîkirina xwandekaran û sanahî kirina destpêragihîştina welatiyên Îranê bi înternetê û dûrlêdana fîlteran û şiyana wergirtina Vîzaya Ewropayê, ji pêkhatiyên vê biryarnameyê ne.