Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Navendî ya Urmiyê rejîmê 6 girtiyên Kurd îdam kirin

11:18 - 17 Adar 2023

Serspêdeya îro Înê rêkevta 26`ê Reşemeyê, li girtîgeha Navendî ya Umriyê rejîma dije mirov Îranê 6 girtiyên Kurd bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber îdamkirin.

Nasnameya 6 girtiyên Kurd yên ku rejîma Îranê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de îdamkirine wiha ne: Îşa naskirî bi (Firoher) Ebasnijad temen 40 salî û kurê Reşîd, û xelkê gundê Gocar a girêdayî navçeya Tirgewer, Selîm Eyûbiyan temen 37 salî û kurê Mihemedsal û xelkê gundê Mavaneya girêdayî navçeya Tirgewer, Cehanbexiş Radloyî, kurê Sêvdîn û xelkê gundê Axiçeqel a girêdayî navçeya Somayê, Yasîn Reşîdî, kurê Erdelan û xelkê gundê Kelhera girêdayî bajarê Urmiyê, Hesen Omerî û Nesîm Niyaz e.

Hewcehî bas kirinê ye ku girtiyên han êvareya roja Çarşemî bona birêvebirina biryara îdamê bo odeya takekesî ya girtîgehê veguhastibûn.

Wêne: ji aliyê rastê bo çepê ve: Yasîn Reşîdî, Froher Ebasnjad û Mihemed Eyûbiyan