Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê Kurd hat îdamkirin

12:03 - 17 Adar 2023

Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê, li girtîgeha Navendî ya rejîmê li Urmiyê hat îdamkirin.

Serspêdeya îro Înê 26`ê Reşemeyê, Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ragihand ku yek ji kesên nêzî Mihyedîn Îbrahîmî di hevpeyvîn digel vê saziyê de, nûçeya îdamkirina navbirî piştrast kiriye.

Mihyedîn Îbrahîmî, girtiyê siyasî yê Kurd roja Çarşemî 25`ê Reşemeyê bi mebesta cîbicîkirina vê biryarê navbirî bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê veguhastibûn û roja Pêncşemî 25`ê Reşemeyê bo dawîn car, digel malbata xwe hevdîtin kiribû.

Navbirî du caran ji aliyê taya du ya dadgeha rejîmê ve li Urmiyê bi îdamê hatibû cezakirin û piştî wê ku bo cara yekem cezayê wî li Dîwana Bilind a rejîmê de hatibû redkirin, cara duyem cezayê navbirî di Dîwana Bilind a rejîmê de hatibû piştrastkirin û daxwazkariya navbirî bo pêragihîştina dubare jî hatibû redkirin

Mihyedîn Îbrahîmî li 12’ê Xezelwera sala 1396`an bi guleyên hêzên leşkerî yên rejîmê birîndar bibû û hatibû binçavkirin. Piştî birîndarbûna navbirî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, lê bi bê bidawîbûna çareseriyên pîzişkî piştî 2 rojan ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Spaha Seyîdul Şuheda ya Urmiyê veguhestbûn. Navbirî bo heyamekê di odeya takekesî ya vê girtîgehê de di bin îşkence û lêpirsînê de bû.

Roja 24’ê Reşemeya 1398`an ji aliyê taya du ya dadgeha rejîmê ve li Urmiyê, bi serokatiya dadwer Elî Şêxlû û Elîriza Axazade, bi tohmeta “ şer û endambûn di yek partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” cezaya îdamê bo birîbûn..

Mihyedîn Mela Îbrahîmî naskirî bi Mihyedîn Îbrahîmî û kurê Mihemed û xelkê bajarê Şinoyê bû.