Îro Înê 26`ê Reşemeyê, azadîxwazên Belûç piştî nimêja Înê derkevtin ser şeqaman û bi gotina dirûşmên “Mirin bo Xamineyî û Destdirêjî cinayet e mirin bo Wilayet” meşiyan.
Ev xwenîşandanên bajarên girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di halekê de ne ku, di heyama çend hefteyên derbasbûyî de, ji xelkê daxwaz hatibû kirin ku dirûşmên mirinê nedin.
Lê, şoreşa Belûçan nîşana vê yekê ye ku xelk li rejîmê derbasbûne û ber bi rûxana rejîmê ve dimeşin û ti hêzek nikare pêşî ji vê rûxanê bigire.
Mevlewî Ebdulhemîd pêşnimêjê înê yê Zahidanê jî got: Li welat bilindkirina her diruşmeyekê azad e, lê îşare bi wê yekê jî kir ku "heqaret û bêhurmetîkirina kesên din ne beşek ji baweriyên me yên olî ye û xelk dikarin dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe biqîrin."
Heriwsa Mevlewî Ebdulhemîd diyar kir: Hemû gelên Îranê ji hemû ol û meseban pirsgirêk hene û mesebê sunî jî ku beşeke mezin ji xelkê vî welatî ne, cih û pişka wan di stûnên curbicur ên hikûmetê de nîne.
Wî her wiha got: "Nerînên teng" weke beşek ji pirsgirêkên heyî yên welat in.