Di heyama çend rojên derbasbûyî de, çend kanalên girêdayî rejîmê li ser torên civakî bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê belav kirine ku, bi hin sebeban nabe li hinek bajar û navçeyên Kurdistanê, rêûresima Newrozê bê lidarxistin!
Her di vê pêwendiyê de, tevî bi derev derxistina banghîjiyên kanalên han, bo carek din ji hemû komên xelkên Kurdistanê daxwaz dikin ku, bi her awayî ku bo wan goncav e, bi awayek kêrhatî hilkeft û rêûresimên sala nû û Newrozê lidar bixînin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Teşkîlatê
26`ê Reşemeya 1401`an
18`ê Adara 2023`an