Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Eniya Yekgirtûya Kurd bi hilkefta Newroz û sersala nû

16:18 - 18 Adar 2023

Eniya Yekigirtûya Kurd bi hilkefta hatina Newroz û sersala nû, peyamek belav kir û bas ji vê kiriye ku, Kurd li her cihê ku bin û di bin desthilata her dewletekê de bin, newroza wan pîroz be.

Di vê peyama Eniya Yekigirtûya Kurd de hatiye: “Herçend ku li mêjive sersalên newroza Kurdewarî di rewşeke negoncav de derbas dibin, lê tenê bi vê sebebê ku Newroz cejna vejînê ye û salyada serkevtina rohnahiyê li ser tarîtiyê de ye, bo gelê Kurd pîroz e û hewêna gurtirbûna çirûska hêviyê bo gihîştin bi paşerojeke aram û avedan di bin siya rizgariyê de ye.”

Di beşeke din a vê peyamê de hatiye, di sala 1401`an de Îran zêdetir li salên borî rûbirûyî dehan kirîzan bû. Rêjeya tundûtîjiya civakî, bilindbûna nirxan bêsînûr, tundûtîjî, binçavkirina çalakvanên siyasî û civakî, kultûrî û jîngehparêzî, rêjeyeke bilind a îdam û kuştin û birîndarkirin û jehrîkirina xwandekaran, di kupika xwe de ye û tiştek bi navê ewlehiyê nemaye.

Eniya Yekgirtûya Kurd, di vê peyamê de nivîsiye: “Di heyama sala derbasbûyî de dirûşima Jin, Jiyan, Azadî, bi hejandina goncav a Kurd, bû bi hewêna rasana neteweyên bindest yên Îranê bo gihîştin bi mafê çarenivîs, komariyet, federalîzim û sikolarîzimê li ser bingeha pêkhateya welateke demokratîk a pêşkevtî ku pareke li xewna dîroka me di heqîqetê de bidestve bînin.”

Di dawiya vê peyamê de hatiye: “Her bi vê hilkeftê ji hemû gelê Kurd û gelên Îranê re pîrozbahiyê dibêjin û çareseriyê bo birîndaran û zivirîna binçavkiriyan bo himbêza malbatên wan hêvî dikin û ji malbatên cangoriyên li ser şeqaman re sersaxiyê dibêjin.”