Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna Newroza Jînayê li welatê Almanê

10:17 - 20 Adar 2023

Rêûresma cejna netewayetî ya Newrozê ku îsal bi navê Newroza Jînayê hatiye navkirin, bi beşdariya hezaran Kurdistanî li bajarê Kolna welatê Almanê bi rê ve çû.

Roja Şemî 27ê Reşemeya 1401an a Rojî, rêûresma cejna netewayetî ya Newroza îslal ku bi Newroza “jin Jiyan Azadî” hatiye navkirin, li ser daxwaza Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û Encumena Hevahengî hatibû pêşniyarkirin, bi beşdariya hezaran Kurdisanî û endamên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê, kesayetiyên Kurdistanî û olî , nûner û endamêm Parlemana Partiya Sosyal-demokrat a herêma “Nordrayin Wêstfalan” û Pariya Kesk a Almanê, bi rê ve çû.

Newroz bi sirûda netewayetî ya “Ey Reqîb” û xulek bê deng ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin û paşê agirê Newrozê ji aliyê keç û xortên meşxel bi dest ve hate hilkirin.

Paşê peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, ji aliyê “Reşîd Rehmanî”, Berpirsê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almaniyayê hate xwendin; Herwisa peyama Encumena Hevahengî bi Kurmancî û Soranî jî hate xwendin.

Di naverasta rêûresmê de, çendîn stran û sirûdên şoreşgêrî jî bo beşdarbûyan hatine pêşkêşkirin.

Di beşeke din a rêûresmê de, peyama “Karolîn Kîriş”, Endama Parlemana herêma “Nordrayin Wistfalan” li ser lîsteya Partiya Sosiyal-demokratê û “Derya Karadag” bi nûnerayetiya Partiya Kesk a Almanê li bajarê Kolnê ku Endama Bajarvaniyê û Berdevka Yekîtiya Jinan e, bi zimanê Almanî hate xwendin.

DI dawiyê de Şêx “Murşîd Xeznewî”, kesayetiyek olî û netewayetiya Kurd û “Perwa Dêhleqî”, kesayetiya Kurdê Yarisan, gotarên xwe bi hilkefta Newrozê pêşkşê amadebûyan kirin.