Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Danmarkê rêûresma Newroza şoreşa Jînayê bi rê ve çû

10:36 - 20 Adar 2023

Li bajarê “Kopênhag”a welatê Danmarkê, rêûresma Newroza şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi rê ve çû.

Roja Şemî 27ê Reşemeyê, rêûresma Newroza Jînayê li ber deriyê avahiya Bajarvaniya bajarê Kopênhaga welatê Danmarkê ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ve hate lidarxistin.

Beşên wê Newrozê pêk hatibûn ji: “Pêşkêşkirina peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi zimanê Kurdî ji aliyê “Munîre Secadîniya” ve, her dîsan peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi zimanê Farsî ji aliyê “Leyla Şerîetî” ve, peyama Fedrasiyona Komelên Kurdî li welatê Danmarkê ji aliyê “Evîn Tedwan” ve û peyama Komîteya Piştevanî ji şoreşa gelên Îranê ji aliyê “Emîr Pakbaz” ve”.

Di nav wê rêûresmê de komek helbest, pexşan û stran hatine pêşkêşkirin.

Rêûresm bi dîlankirin û hilkirina agirê Newrozê dawî pê hat.