Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma “Newroza Jîna”yê li welatê Swîsê

11:30 - 20 Adar 2023

Bi beşdariya Kurdistaniyên rûniştî yên welatê Swîsê, li bajarê Lozana vî welatî rêûresmeke mezin bo Newrozê bi rê ve çû.

Roja Şemî rêkevta 27ê Reşemeyê, bi amadebûna Kurdistaniyên her çar aliyên Kurdistanê, rêûresma Newrozê di bin navê Newroza Jînayê de li bajarê Lozana Swîsê bi rê ve çû. Newroza îsal Ii ser daxwaza Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û li jêr navê Jînayê hatiye diyarîkirin.

Piştî vê ku sirûda netewayetî ya “Ey Reqîb” hate xwendin û bîstek bê dengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê hate ragirtin, rêûresm bi gotara Serokê Komela Kurdî ya Komkarê “Ebdî Çîdar” hate destpêkirin.

Paşê peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kuristana Îranê ji aliyê “Zahir Qadir Hacî” ve hate pêşkêşkirin. Navbirî di beşeke peyamê de îşare bi hewcehiya yekrêziya xelkê Kurdistanê li navxwe û derveyê welat kir û got: “Yekgirtina hêzên Rojhilatê û xelkê Rojhilatê di wê qonaxê de yek ji girîngtirîn hewcehiyên xebta tevgera Kurd e bo lihemberderkevtin li dijî dujmin”.

Di beşeke din a rêûresmê de, peyama hêz û aliyên Kurdistanî ji bo şoreşa Jînayê hatine pêşkêşkirin.

Li wir alayeke mezin a Kurdistanê ji aliyê çend ciwanên Kurd ve di nav girseya xelkê de hate bilindkirin.

Di dawiya rêûresma Newroza Lozanê de, agirê Newrozê ji aliyê nûnerên aliyên Kurdistaniyên beşdar ve ku yek ji wan nûnerê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bû hate hilkirin û amadebûyên rêûresmê bi gotina sirûdên şoreşgêrî ew rêûresme xemilandin.

Hêjayê behskirinê ye ku di vê rêûresmê de, bajarvanê bajarê Lozan û çend parlemantarek Swîsî jî beşdar bûn.